Tirkiyê careke din êrîşî ser axa Sûriyê kir
Tîrmeh 24, 2022 13:51 Asia/Tehran
Hêzên Tirkiyê careke din hin navçeyên bakûrê Sûriyê dan ber êrîşa bi topan.
Li gorî rapora SANA Newsê, Leşkerên Tirkiyê hemû gundên derdora bajarê Ebûrasînê li bakûrê rojavayê Hesekeyê dan ber êrîşê.
Hîn zanyariyên zêdetir derbarê xesarên îhtimalî yên vê êrîşê nehatine weşandin.
Welatiyên sûrî yên niştecihê bakûrê Sûriyê ku berdewam dikevin ber gefên Tirkiyê û kiryarên kirêgirtiyên wî welatî, bi caran bi lidarxistina xwenîşandanan daxwaz kiriye ku leşkerên Tirkiyê û kirêgirtiyên wê axa wan biterikînin.