Desteyeke leşkerî ya Ûrsêtê jibo gotûbêja digel kurdan derbasî Hesekê bû
Tîrmeh 19, 2022 23:33 Asia/Tehran
Desteyeke leşkerî ya Ûrsêtê jibo gotûbêja digel kurdan û hilkolandina cihanîna lihevkirinên wan û artêşa Sûrîyê derbasî Hesekê bû.
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku Şam û HSD bi navbeynkarîya Ûrsêtê ber pêkanîna odeyeke opêrasyona hevpar himberî êrişên ihtimalî yên Tirkîyê ne.
Desteya ûris îro bi serokatîya Fermandarê Hêzên Ûrsêtê li Sûrîyê ji rêya baalfirgeha Qamişloyê va derbsî deverên di bink ontrola HSD da bû.
Erka vê desteya leşkerî ya ûris, navbeynkarîya jibo cihanîna tam a lihevkirinên HSD û artêşa Sûrîyê ye.