Tîrmeh 19, 2022 17:45 Asia/Tehran
  • Lihevkirina HSD`ê û artêşa Sûriyê

Hevserokê Konseya Demokratîk a Kurdên Sûriyê, hûrgiliyên hevhatina di navbera van hêzana û artêşa Sûriyê da rave kirin.

Çavkaniyên fermî yên sûrî ragihandin, Şam û HSD bi navbeynkariya Rûsiyê di halê pêkanîna odeyeka hevpar a operasyonê li hember êrişên muhtemel ên Tirkiyê de ne.

Berî niha Wezareta Berevaniya Sûriyê xwest ku bona sekinîna li hember êrişa Tirkiyê ser axa vî welatî, HSD tevlî hêzên artêşê bibe. Her di vê çarçoveyê de 300 leşkerên artêşa Sûriyê bi dû lihevkirina HSD û dewleta Rûsiyê, li bajarê Minbicê bi cih bûn.

Riyaz Derrar, Hevserokê Konseya Demokratîk a Kurdên Sûriyê ji rojnama El Ixbarê re got: Gotûbêja bi artêşa Sûriyê re û xebata hevpar a ji bo parastina erdên Sûriyê, karê destpêkê bona gotûbêja cidî ya siyasî ye ku divê bibe sedema bidestxistina rêçareyeka bingehîn û peywendiyeka mayinde, bi awayekî ku tu aliyekî ji pêvajoya siyasî dûr nexe.

Derrar destnîşan kir, navbeynkariya Rûsiyê roleka bingehîn di lihevkirina bi artêşa Sûriyê re bi taybet li pişka bakûr-rojavaya navçeyên xwerêvebir hebû; xetera li Til Rifat û Minbicê ji ya li Kobanîyê zêdetir.