HSD di halê muzakireya bi dewleta Şamê re ji bo şerrê hevaheng li hember Tirkiye ye
Ferhad Şamî, berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ragihand ku ew di halê muzakireya bi dewleta Şamê re bi navbeynkariya Rûsiyê ne ta ku li hember êrişên muhtemel yên dewleta Tirkiyê bi awayekî hevdeng tev bigerin.
Ferhad Şamî, Berdevkê navenda çapemeniyê ya HSD`ê ragihand ku hêzên HSD`ê amadetiya xwe ya li hember êrişên muhtemel yên Tirkiyê didomînin. Ew herwiha li halê gotûbêja bi dewleta Şamê ji bo şerrê hevdeng li hember êrişên muhtemel ên Tirkiyê ne. Ev gotûbêjane bi navbeynkariya Rûsyê cih tên.
Şamî behsa gotûbêjên bi dewleta Şamê re bona sekinîna li hember êrişên Tirkiyê bi navbeynkariya Rûsyê kir û got: Hêzên me wê ji Dêrikê heya Minbicê belav bibin. Pirr muhtemel e ku em bi hevdengiya dewleta Rûsyê wekî yek ji hêzên garantor bi dewleta şamê bi hev re li ber Tirkiyê bisekinin.
Şamî herwiha got: Rûsye hêza garantor a li bakûr û rojhilata Sûriyê ye. Em dê gotûbêjên xwe bi dewleta Şamê re ji rêya wan bidomînin. Rûsye dibêje ku dijî êrişa Tirkiyê ye.