Tîrmeh 13, 2022 17:56 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê çeperên têrorîstan li derdora Idlibê dan ber topan

Çavkanîyên nûçeyan ên sûrî ragihandin ku artêşa vî welatî çeperên têrorîstan li derdora Idlibê bi giranî dan ber topan.

Artêşa Sûrîyê bi giranî çeperên têrorîstan li Bînîn, Filîfel, Fetîre li Cebel Zawîyê ser bi derdora başûra Idlibê dan ber topan.

Çavkanîyên ser bi neyarên sûrî jî ragihandin ku hêzên artêşa Sûrîyê û komên têrorîst ên li Sehil Gabê li bakur-rojavaya parêzgeha Hemayê êrişî hev kirin.

Herwiha balafirên cengê yên Ûrsêtê êrişî çeperên têrorîstan ên li kûratîya Cebel Zawîyê li derdora başûra Idlibê kirin.

Ligorî agahîyan Artêşa Sûrîyê û têrorîstên Feth ul Mubînê li çîyayê Kurmênc li bakura Laziqîyê hevdu dane ber top û hawanan.