Êrişên Tirkîyê ser bakûrê Sûrîyê didomin
Hevgavê belavbûna hin nûçeyan têkildarî êrişên giran ên hêzên artêşa Tirkîyê ser bakûrê Sûrîyê, Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand ku 2 endamên PKK hatin kuştin.
Hêzên artêşa Tirkîyê li deverên opêrasyonê yên Mertala Firatê û Çiqila Zeytûnê li Sûrîyê, îro çeperên HSDyê li gundên Gernate û Hesacikê li derdora bakûrê Helebê kirin armanc.
Herwiha artêşa Tirkîyê karwanekî tank, maşînên giran û kamyonên hilgirê alavên locêstîk derbasî wê deverê kir.
Hevgavê vê yekê, Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku 2 endamên PKKyê li navçeya opêrasyonê ya Kanîya Aştîyê li bakûrê Sûrîyê bûne armanc.
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand ku ew 2 endamên PKKyê di bersivdana himberî êrişa wan ser hêzên tirk da hatin kuştin.
Şayanî gotinê ye ku tevî nerazîbûn û neyarîyan, Ibrahîm Kalin Berdevk û Rawêjkarê Emnî yê Serokomar û Xulûsî Akar Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê vê dawîyê ragihand ku Enqere her kêlî ji bo opêrasyona nû li bakûrê Sûrîyê amade ye.