Fermandarekî leşkerî yê komên terorîstî li Heleba Sûriyê hat kuştin
Tîrmeh 11, 2022 17:51 Asia/Tehran
Çavkaniyeke sûrî qala kuştina serkirdeyekî leşkerî yê komên terorîst û birîndarbûna du kesên din ji ber êrîşa artêşa Sûriyê kir.
Li gorî rapora roja Duşemê ya Dengê El-Beledê, Çavkaniyên sûrî qala kuştina serkirdeyekî leşkerî yê komên terorîst û birîndarbûna du kesên din ji ber êrîşa artêşa Sûriyê li derdora Helebê kir.
Van çavkaniyan ragihand ku ev serkirdeyê terorîst di êrîşa artêşa Sûriyê da li navçeya Kefer-Emeyê li rojavayê Helebê hatiye kuştin.
Her wiha hêzên artêşa Sûriyê baregehên komên terorîst li navçeyên Beyneyn û Felfîlê li Cebel ul-zawiyeyê li başûrê Idlibê dan ber êrîşê.