Tîrmeh 10, 2022 18:35 Asia/Tehran
  • Bişar Esed û hevjîna xwe bi pêşwaziya germ a gel serdana bazara Helebê kir

Serokomarê Sûriyê û hevjîna xwe serdana bazarên qedîmî yên bajarê Helebê kir.

Li gorî rapora Russia Today a erebî, dîmenên belavbûyî ji hebûna Bişar Esed û hevjîna wî li bazarên Helebê wan di halekî da nîşan dide ku hejmareke zêde ya gel bi pêşwaziya germ li dora wan kom bûne û wêneyan dikişînin û dirûşmeyên ji bo piştevaniya ji Sûriyê û serokomar Bişar Esed bilind dikin.

Bişar Esed her wiha serdana mizgefta mezin a Umewî li Helebê ku ji ber şêrr tûşî gelek ziyanan bûye û tê restorekirin, kir.

Bo cara yekem ji 11 salan beriya niha va, Bişar Esed roja Înê ji bo serdana hêzgeha elektrîkê û hêzgeha avê li navçeya Til Hasila parêzgeha Helebê li bakûrê Sûriyê, çû vê parêzgehê.

 

Serepeyv