Tîrmeh 04, 2022 16:55 Asia/Tehran
  • Dizîna nefta Sûriyê ji aliyê dagirkerên amerîkî va didome

Hêzên dagirker ên amerîkî li Sûriyê karwanekî erebeyên hilgira nefta talankirî ya vî welatî veguhestin Iraqê.

Li gorî rapora SANA Newsê, Di rojên dawî da karwanekî pêkhatî ji 55 tankêrên hilgira nefta talankirî ya Sûriyê ji aliyê hêzên dagirker ên amerîkî va di çend qonaxan ji derbasgeha neqanûnî ya Mehmûdiyeyê li navçeya El-Ye'rebiyeyê ber bi Iraqê va bi rê ket.

Amerîkayê roja 16ê Hezîranê jî karwanekî pêkhatî ji 42 tankêrên hilgira nefta talankirî ya Sûriyê ji derdora Hesekeyê veguheste baregehên xwe lierdên Iraqê.

Dewleta Sûriyê bi caran nerazîtiya xwe li hemberî hebûna neqanûnî ya hêzên aemrîkî li axa xwe diyar kiriye û xala balkêş ev e ku leşkerên amerîkî ku bi behaneya parastina Sûriyê derbasî vî welatî bûne di hin babetan weke destdirêjiya Tirkiyê ser axa Sûriyê xwe kerr û kor û bêdeng dikin.

 

 

Serepeyv