Hezîran 05, 2022 13:01 Asia/Tehran
  • Wekîla Taybet a NY li Iraqê li Şamê basa kempa Holê dike

Wekîla Taybet a Sersêkreterê Netewên Yekgirtî li Iraqê û Wezîrê Derve yê Sûriyê liser çend dosya gotûbêj kirin, bi taybetî yên girêdayî bi Iraqiyên ku li kampên Sûriyê dimînin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê “SANA” diyar kir, Plasschaert û Miqdad li Şamê derbara rêbazên hevkariyê di hemû waran de, di serî de alîkariyên mirovî û şert û mercên kampan û bi taybetî kampa Holê gotûbêj kirin.

Herwiha SANAyê destnîşan kir jî, Miqdad tekezî li ser pêwîstiya dûrxistina karên mirovî ji siyasîkirin û standartên dualî kir û got ku divê Netewên Yekgirtî û hemû welatên ku welatiyên wan di kampan de hene ji bo vegerandina wan, hevahengîyê ligel Hikûmeta Sûriyê bikin.

Ligorî raporê, Blackshartê ji ber hevkariya Sûriyê ji bo girêdana kampan bi taybetî yên ku li ser sînorê Sûriye-Iraqê ne, qedrê Şamê girt. 

Li gorî SANAyê, berpirsa Netewên Yekgirtî amadebûna xwe ji bo karkirina bi hemahengîya ligel hikûmetên Sûriyê û Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên Iraqî bi taybet zarok û jinan li kampa Holê ne, nîşan da.