May 28, 2022 18:10 Asia/Tehran
  • Li Efrînê, nêzîkî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê teqînek pêk hat 3 kes birîndar bûn

Li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê motorsîklêtek bombebarkirî li nêzîkî navenda hêzên Tirkiyê teqiya.

Li bajarê Efrîna Sûriyê yê dagirkirî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê motorsîklêteke bombekirî teqiya û 3 kes  birîndar bûn.

Hat ragihandin, xwediyê motorsîkleta ku li nêzîkî rêbenda leşkerî hatibû rawestandin, hat desteserkirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqîna motorsîkleta bombekirî de 3 kes bi sivikî birîndar bûne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çete yên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin.

Di sala 2018an de, di çarçoveya Operasyona bi navê Çiqlê Zeytûnê de, hêzên Tirkiyê bi alîkariya çekdarên terorîst ku herêma Efrînê ya Helebê dagir kir.

Herî dawî jî Tirkiyê plana destpêkirina êrişeke nû ya dagirkeriyê li ser sînorê Sûriyê ji bo avakirina herêmeke qaşo ewle ragihandiye ku wer xuya dike Rûsyayê jê re riya vê êrişê vekiriye.

Serepeyv