May 26, 2022 10:09 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Nadine Maenza helwesta welatê xwe ya li hemberî gefên Erdogan rexne kir

Seroka Komîseriya Azadiyên Olî ya Amerîkayê ya berê Nadine Maenza helwesta “sist” a welatê xwe ya li hemberî gefên dewleta Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir.

Seroka Komîseriya Azadiyên Olî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya berê Nadine Maenza li ser hesabê xwe yê Facebookê têkildarî gefên dewleta Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Em gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em matmayî man dema me bihîst Erdogan dibêje ku ew ê careke din li van herêman dest bi tevgera leşkerî bike.”

Nadine Maenza bi domdarî got: “Tevgera leşkerî ya ku gefa kuştin, tecawizkirin û revandinê li sivîlan dixwe, çawa dikare li Ukraynayê wek sûcekî şer were dîtin, lê dema ku Tirkiye heman tiştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, were paşguhkirin?”

Beriya çend rojan, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwaribû ku bi wê yekê armanc dike herêmên nû dagir bike û li bakurê Sûriyê qikirina etnîk û guhertina demografiyê pêk bîne.

Serepeyv