Sûriye: Pêwendiya Tehran-Şamê stratejîk e
Serokê Parlimana Sûriyê pêwendiya navbera Sûriye û Îranê kûr û xurt da zanîn û ji berfirehkirina pêwendiya taybet a parlimanî navbera du welatan pêşwazî kir.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Hemûde Sebax, Serokê Parlimana Sûriyê di hevdîtina di gel Elî Nîkzad cîgirê serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê û taxima pê ra, qedra helwêstên bingehîn û vebirr ên îranê derheqê mijarên navçeyî û piştevaniya bêsînor ji Sûriyê di şerê dijî terorîsmê da girt.
Wî destnîşan kir: Sûriye, Îran û welatên Bereya Berxwedanê li hemberî hebûna Rejîma Siyonîst û hêzxurtên rojavayî yên piştevaniya wê dikin, bi taybet Amerîkayê ku hewil didin zextê bînin ser gel û yekîtî û serxwebûna wan tûşî kêşeyê bînin, hevgirtî ne.
Sebax li ser xurtkirina pêwendiyên aborî yên du welatên dost hevddem di gel pêwendiyên girîng ên siyasî tekez kir.
Nîkzad jî destnîşan kir ku Sûriye bi rêbertiya Bişar Esed dê hema wisa wek bereya pêşîn a mihwera berxwedanê da bimîne.