Li devera Şehbayê ya Sûriyê di encam teqînekê de çend kesan can dan
Adar 30, 2022 13:42 Asia/Tehran
Li navçeya Ehdas a devera Şehbayê ya bakurê rojavayê Sûriyê li avahiyekê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, şend kes hatine kuştin û birîndar bûne û zirarên madî jî hene
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidexistin, li navçeya Ehdas a devera Şehbayê li avahiyekê teqînek pêk hatiye.
Tîmên şaredariyê yekser berê xwe dane cihê bûyerê û heta niha cenazeyên 5 kesan ji bin kavilan derxistine.
Xebatên lêgerînê berdewam in, lê heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn. Bi destxistina agahiyên nû em ê we agahdar bikin.