Adar 27, 2022 15:42 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê li gundewarên Helebê panzêreke artêşa Tirkiyê kir hedef

Hêzên artêşa Sûriyê yên li "Foca 46" a rojavayê Helebê, bi moşekan panzêreke artêşa Tirkiyê ya dagirker kir hedef, di encamê de panzer hate şewitandin û çend leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya ser bi opozesiyona sûrî li Londonê, ragihand ku hêzên hikumeta Şamê li Foca 46`an a rojavayê Helebê, bi moşekan panzêreke artêşa Tirkiyê ya dagirker dema li derdora bajarokê Kefernoran ê rojavayê Helebê bû, kir hedef. Di encamê de panzêr şewitî û çend leşkerên artêşa Tirkiyê birîndar bûn.

23`yê Adarê hêzên artêşa Tirkiyê nuqteyên hêzên artêşa Sûriyê yên derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kir, di encamê de du leşkerên Sûriyê birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê bi behane û henceta şerê li dijî terorîstan bi alîkariya komên terorîst û çete gelek ji gund û bajarên Sûriyê li bakura vî welatî dagir kirine.

Serepeyv