Veguhastina karwanekî leşkerî ya Amerîkayê ji Iraqê bo Sûriyê
Çavkaniyên nûçeyan yên xwecî ragihandin ku hêzên Amerîkî karwaneke leşkerî ya nû ku çek û kelûpelên xwe yên şer ji baregehên li Herêma Kurdistana Iraqê vediguhestin nav axa Sûriyê.
Di van salên dawî de, karwanên leşkerî yên Amerîkî ku çek û tank hildigirin, gelek caran di navbera Iraq û Sûriyê de vediguhestin.
Ev demek e dirêje artêşa Amerîkayê û bi hin komên girêdayî ve bi awayekî neqanûnî li bakur û bakûrê rojhilatê Sûriyê hene û ji bilî talankirina çavkaniyên niftê yên vî welatî, li dijî hêzên Sûriyê yên li vê navçê tevdigerin û beşek din ji axa bakur û bakura rojavayê Sûriyê jî ji aliyê rejma dagirker a Tirkiyê û komên çete ên ser bi vî welatî dagir bûne û bi eşkere mafên sûriyên navçê û xwestekên wan binpê dikin.
Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, artêşa Emerîkayê bi riya derbasgeha El-Welîdê derbasî nav karwanê eskerî yê Sûriyê bû. Di heman demê de, dewriyeyên xwe li deverên ku şahidiya xwenîşandanên gel li dijî hebûna hêzên Amerîkî ne, zêde kirine.