Adar 07, 2022 10:46 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst dîsan êrîşî ser dorhêla Şamê kir

Çavkaniyên sûrî qala êrîşa mûşekî ya Rejîma Siyonîst ser dorhêla Şamê û têkbirina wê ji aliyê bergiriya asimanî ya Artêşa Sûriyê kir.

Li gorî rapora SANA Newsê, Bergiriya asimanî ya artêşa Sûriyê berbanga roja Duşemiyê li dijî êrîşên mûşekî yên Rejîma Siyonîst ser dorhêla Şamê çalak bû û ew mûşek têk birin.

Çend saetan beriya wê jî SANA Newsê qala bihîstina dengê çend teqînan li derdora Şamê kiribû.

Destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Sûriyê çend mehan piştî wê yekê ye ku SKot Rîtêrs endamê berê yê Komîsiyona lêgerîna çekên tevkujiyê ya Iraqê hişyarî dabû ku dewama êrîşên Israîlê ser Sûriyê dibe ku pevçûneke navçeyî pêk bîne.

 

Serepeyv