Sibat 28, 2022 10:11 Asia/Tehran
  • Êrîşên topxaneya Tirkiyê li ser Hesekeya Sûriyê

Çavkaniyên sûrî qala êrîşên topxaneya Tirkiyê û çeteyîn girêdayî bi wê bo ser parêzgeha Hesekeyê kir.

Li gorî rapora SANA Newsê, Hêzên Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê êrîşên topxaneyî birin ser gundên derdora bajarê Til Temirê li parêzgeha Hesekeya Sûriyê û hejmareke niştecihên vê navçeyê di encamê da birîndar bûn.

Ji ber vê êrîşê, ji bilî zirarên canî, zirarên mezin jî li malên derdora bajarê Til Temirê ketine.

Berpirsên sûrî dibêjin, Tirkiyeû terorîst û kirêgirtiyên bin fermana vî welatî navçeyên dagirbûyî yên vî welatî kirine meydanek ji bo êrîş û destdirêjiyên xwe dijî welatiyên sûrî.

Hêzên Tirkiyê û kirêgirtiyên ser bi vî welatî gelek navçeyên bakurê Sûriyê dagir kirine.

 

Serepeyv