Sibat 25, 2022 16:18 Asia/Tehran
  • Bişar Esed piştevaniya xwe ji operasiyona leşkerî ya Rûsiyê li Ukraynê diyar kir

Serokomarê Sûriyê di peywendiya telefonî tev hevpêşeyê xwe yê ûris piştevaniya xwe ji operasiyona leşkerî ya ûrisan li Ukraynê ragihand.

Li gorî rapora SANA Newsê, Bişar Esed serokomarê Sûriyê roja Îniyê di têkiliya telefonî tev Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê da, got: Ji ber ku operasiyona leşkerî ya Rûssiyê li Ukraynê bi armanca piştgiriya ji welatiyên sivîl li Donbasê pêk tê, Şam pişta wê digire.

Bişar Esed her wiha kiryarên handêr ên Amerîka û welatên rojavayî li dijî Rûsiyê şermezar kir û got: Ev cûre kiryarên Amerîka û welatên rojavayî tenê nearamiyê pêk tînin.

Li gorî vê raporê, Vladîmîr Pûtîn jî sipasiya helwêsta Bişar Esed derheqê operasiyona leşkerî ya Rûsiyê li Ukraynê kir.

 

Serepeyv