Tetbîqata leşkerî ya Rûsiyê li Sûriyê hat lidarxistin
Sibat 16, 2022 09:27 Asia/Tehran
Wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê ji bo beşdariya di tetbîqata leşkerî ya vî welatî, serdana Sûriyê kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê bi daxuyaniyekê ragihand, Sêrgêyî Şoygo wezîrê berevaniyê yê vî welatî berbanga îro derbasî bendera Tertûsa Sûriyê bû û serdana tetbîqata leşkerî ya Rûsiyê li Deryaya Sipî kir.
Li gorî vê raporê, Şoygo lio Şamê di gel Bişar Esed serokomarê Sûriyê jî civiya.
Di vê daxuyaniyê da hatiye, Rûsiyê balefirên şêrr ên MÎG-31 û Bomberêjên M3-tu-22 ku mûşekên Kînjalê hildigirin, ji bo rahênana deryayî derbasî baregeha asimanî ya Hemîmîmê (Navenda rûsî ya Çavdêriya li ser agirbesê li Sûriyê) kirine.