Di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kurdên sûrî û şaneyeke DAIŞ`ê de şer derket
di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şaneyeke terorîstên DAIŞ`ê li taxa Xiwêran aliyê başûrê bajarê Hesekê şer derket.
Çavkaniyên nûçeyan yên herêmê ji taxa Xiwêran ragihand ku di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê de li nêzî dibistana Fatîme El-Zehra ya li taxê şer derket.
çavkaniyên hanê herwiha dan zanîn ku dema operasyona lêgerînê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD`ê li nêzî dibistana Fatîme El-Zehra berdewam dikir, şer di navbera Hêzên Ewlekariyê û şaneyeke DAIŞ`ê ku xwe di malekê de veşartibû de derket.
Li gorî agahiyên ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine bidestxistin, şane ji 5 kesan pêk dihat, di demên despêka pevçûnê de yek ji wan hate kuştin û di encama berdewamiya şer de 3 terorîstên din jî hatin girtin.
Di vê barê de çavkaniyeke nûçeyan ya kurdên Sûriyê ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya HSD'ê, 3 çeteyên DAIŞ'ê li derdora girtîgeha Sînaa, nêzî firneya alî ya taxa Xiwêran, girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya HSD`ê operasyonên lêgerînê li taxên Xiwêran û Zihûr didomînin.