Çile 23, 2022 16:52 Asia/Tehran
  •   Şerê dijî çeteyên DAIŞê li Hesekeyê berdewam e

Şerê dijî terorîstên DAIŞê di girtîgeha Hesekeyê de ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve bi piştîvaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji roja Îna borî ve berdewam e.

Li gorî rapora Rûdawê, Derbarê şer û pevçûnên di navbera şervanên HSD û terorîstên DAIŞê de, Berdevkê Komandoyên HSDê Intîqam Heseke dibêje: “Niha DAIŞ tenê di girtîgehê de ye, wate li derveyî zindanê nîne. Me kolej û zîrae standiye, herwiha hemû saylo jî di destê me de ye, derdora zindanê jî di bin kontrola me deye, me ew di zindanê de dorpêç kirine, çek di destê wan de hene, lê teqemeniya wan zêde kêm bûye û derfeta berevaniyê li ba wan nemaye."

Bi nerîna çavdêrên peywendîdar, armanca êrîşa roja Înê ya DAIŞê bi rêya sed çekdaran bo ser Girtîgeha Hesekeyê tenê bo rizgarikirina serkirde û fermandarên DAIŞê bû, ku ev nêzîkî çar salan dibe di nav vê girtîgehê de ne, lê bi gotina fermandarên HSDê ev plan û hewla DAIŞê bi ser neket û di demeke kurt de wê bi dawî bibe.

Li gor zanyariyên meydanî heta niha 130 terorîstên DAIŞê di vê êrîşê de hatine kuştin, li gel canjidestadana nêzîkî 20 şervan û sivîlan, herwiha derbiderbûna bi hezaran sivîlnişîn ji taxên derdorê.

Şervanekî HSDê bi navê Mervan Qamişlo dibêje: “Li gor texmînên me hejmara kesên êrişkar ji 80 heta 130 kesan in. Hêzên me li taxa Zûhirê di nav şer û pevçûnên de ne.”

Di Adara 2019an de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî li Baxoza rojhilatê Dêre Zorê DAIŞ di warê çekdarî de li Sûriyê bi dawî anîn, di encam de nêzîka 12 hezar serkirde, fermandar û terorîstên DAIŞê destser kirin ku ji 56 welatan hatine Sûriyê. Li gor zanyariyan 5 hezar ji wan di Girtîgeha Hesekeyê de ne û yên din jî li çend girtîgehên din ên li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê hatine bicîhkirin.

 

Serepeyv