Çile 17, 2022 22:32 Asia/Tehran
  • Li Efrînê 2 zarokên koçber bi sedema şewatê mirin

Li bajarê kurdî yê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê 2 zarokên koçberên Idlibê bi sedema şewata konê wan canên xwe ji dest dan.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku bi sedema şewata konê wan, li gundê Ebraz ê ser bi bajarê Efrînê, 2 zarokên koçberên hawirdekirî yên gundewarê Idlibê, canên xwe ji dest dan.

Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku yek ji wan zarokan bi navê “Intîsar Ehmed Ibrahîm Sincar” e û ya din jî bi navê “Lîn Ehmed Ibrahîm Sincar” e, ji xelkên gundewarê Idlibê ne, lê li Efrînê bicih bûne.

Roja Yekşemê 16ê Çileua 2022yan jî, du zarok ji xelkên Efrînê, bi sedema teqîna bermîla mazotê û şewatê canên xwe ji dest dabûn.

Serepeyv