Di baregeha çeteyên Tirkiyê de li Efrînê teqîn çê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331427-di_baregeha_çeteyên_tirkiyê_de_li_efrînê_teqîn_çê_bû
Bombek di nav avahiya grûpeke çete yên ser bi Tirkiyê ve li bajarokê Cindêrsê ya Efrînê teqiya û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 16, 2022 05:58 Asia/Tehran
  • Di baregeha çeteyên Tirkiyê de li Efrînê teqîn çê bû

Bombek di nav avahiya grûpeke çete yên ser bi Tirkiyê ve li bajarokê Cindêrsê ya Efrînê teqiya û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyeke xwecihî, duh Şembiyê 15ê Çileya 2022an li cadeya Zeytûn a bajarokê Cindêrs a Efrînê teqînek çê bû.

Li gor agahiyan, di avahiya grûpa terorîst a Cebhe Sûriye Lil-Tehrîr a ser bi Tirkiyê de bombe teqiya û di encam de 2 çeteyên grûpa El-Mutesim hatin kuştin û ziyaneke madî gihişte wê avahiyê.

Her li gorî çavkaniya Rûdawê, piştî teqînê grûpên çekdar cihê teqînê dorpêç kirin û dest bi lêkolînan kirin.

Cebhe Sûriye Lil-Tehrîr ji grûpên El-Mutesim, Sultan Murad û Lîwaya Siqûr El-Şemal, Fîrqeya 20 û Silêman Şah pêk tê ku di Îlona sala bihorî de di eniyeke yekgirtî de yekgirtina xwe ragihandibûn.