Karwanê piştgiriya leşkerî yê Amerîkayê derbasî Sûriyê bû
Çavkaniyên ewlekariyê yên Sûriyê diyar dikin ku karwanekî leşkerî û piştgiriya leşkerî yê Amerîkayê gihêşte baregeha leşkerî-petrolê ya li rojhilatê Dêrazora Sûriyê.
Çavkaniyên ewlekarî yên Sûriyê îro Şemiyê ragihandin ku karwanekî leşkerî yê Amerîkî ku kelûpelên leşkerî û piştevaniya baregeha Konîko hilgirtiye, derbasî binkeya leşkerî-neftî ya Heqel El-Umer li rojhilatê Dêrazorê li Sûriyê bû.
Çavkaniyan her wiha diyar kirin ku karwanê lojîstîk di rê de ji aliyê balafirên hevpeymaniya Amerîkî dihat piştevanî kirin.
Amerîka di van salên dawî de wek ku grûpa têrorîst a DAIŞ`ê di salên derbasbûyî de li navça rojavaya Asyayê û bi taybetî Sûriyê bûye belayê canê xelkê deverê û çavkaniyên wan ên niftê li navçê talan dike.
Di heyama du salên borî de, Amerîka bi şandina hêz û alavên zêdetir, hebûna xwe li navçeyên dewlemend ên petrolê yên Sûriyê zêde kiriye û ev jî bûye sedema dizîna petrola Sûriyê.