Çile 07, 2022 23:36 Asia/Tehran
  • Êrişên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li bakurê Sûriyê

Arteşa Tirkiyê û çeteyên wê bi behaneya şerê li dijî PKKê mal û avahiyên sivîl li bakura Sûriyê dike hedefa êrişên xwe. Di vê çarçêvê de Artêşa Tirk û çeteyên wê derdora gundê Muhsinlî yê rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li derdora gundê Muhsinlî yê bakurê rojavayê Minbicê bi çekên giran û hawinan topbaran dikin.

Navendê da zanîn ku di çarçoveya mafên parastina rewa de hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan da, di heman demê de jî balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li eniyên şer digerîn.

Di vê navberê de televîziyona dewleta Tirkiyê ya TRT îdia kir ku artêşa vî welatî li bakurê Sûriyê 8 endamên PKKê kuştine, eva di rewşekê de ye ku PKKê dibêje hêzên wê li bakurê Sûriyê nînin.

Serepeyv