Artêşa Tirkiyê derdora bajarê Reqayê yê bakurê Sûriyê topbaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331147-artêşa_tirkiyê_derdora_bajarê_reqayê_yê_bakurê_sûriyê_topbaran_kirin
Çavkaniyên medyayî ragihandin ku artêşa Tirkiyê û têrorîstên girêdayên wê bi topan êrişî deverên bakurê bajarê Reqayê li Sûriyê kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2022 20:38 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê derdora bajarê Reqayê yê bakurê Sûriyê topbaran kirin

Çavkaniyên medyayî ragihandin ku artêşa Tirkiyê û têrorîstên girêdayên wê bi topan êrişî deverên bakurê bajarê Reqayê li Sûriyê kirine.

Li gor rapora roja duşemiyê ya ajansa “SANA”; Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê gundên El-Dabbas û Ebû Nitula û herêma Eyn Îsa ya li derdora bajarê Reqayê (Bakurê Sûriyê) kirin hedefa gullên topan.

Artêşa Tirkiyê zêdetirî 2 sal in ku bi hincet û îdiaya têkoşîna li dijî terorîstan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê herêmên dagirkirî yên Sûriyê kirine qada êrîşên li dijî gelê vî welatî û bûne sedema koçberiya gelek ji wan bi taybetê gelê kurd ê Sûriyê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Sûriyê ji aliyê gel û hikûmeta Sûriyê û civaka navneteweyî ve hatin şermezarkirin.