Gera 17an a danûstandinên Astana derbarê rewşa Sûriyê despê bû
Îro û sibê li bajarê Nurultan (Astana) yê Qazaxistanê, gera hefdeyem a danûstandinên Astana ya di navbera şandên hikûmet û opozisyona Sûriyê de bi beşdariya şandên Îran, Rûsya û Tirkiyê hat lidarxistin.
Berpirsên Netewên Yekbûyî, Iraq û Urdin û Lubnan jî di vê gera nû de wek çavdêr beşdar dibin.
Di gotûbêjan de behsa parastina seqamgîriya navçeyên kêmkirina şer, çalakiyên Komîteya Nivîsandina Destûr, Azadkirina Zindiyan û Dîtina Bêserûşûn ên şerê 10 salên bihorî yê navbera hikûmeta Şamê û komên çekdar û terorîstan tê kirin.
Herwiha di vê gera nû ya danûstandinên Astana de, gotûbêj li ser çalakiyên Komîteya Nivîsandina Destûra Nû ya Sûriyê tê kirin, ku heta niha wê komîteyê şeş gerên danûstandinan kirine, lê heya niha şandên opozisyon û hikûmeta Sûriyê li ser bendên destûra nû ya welat negihîştine rêkeftinê.
Şandiyê Taybet ê NY ji bo karûbarên Sûriyê, Geir Pedersen dibêje, her ku jihevtêgihîştin di navbera hikûmet û opozisyona Sûriyê de çê bû, gera hefdehem dê destpê bike.
Mijareke din a civînan, parastina navçeyên kêmkirina şer e ku di Gulana 2017an de Rûsya, Îran û Tirkiye di gotûbêjên Astana de li ser li hev kiribûn, ku Idlib û rojhilat û başûrê wî parêzgehê digre.
Her di van du rojan de û di çarçoveya danûstandinên Astana de, tîma azadkirina zindanî û revandiyan jî dê bicive. Pêncşembiya bihorî Wezareta Derev ya Tirkiyê ragihand, di çarçoveya karên Astana de, hikûmet û opozisyona Sûriyê hejmarek dîl û girtî azad kirin.