Artêşa Sûriyê rê li ber karwanekî hêzên dagirker ên Amerîkayê girt
Hêzên artêşa Sûriyê rê li derbasbûna karwanekî leşkerî ya artêşa dagîrker û terorîst a Amerîkayê li derdora bajarê Qamişloyê li parêzgeha Hesekê girtin.
Li gorî televîzyona El-Axbariye roja pêncşemê; Li ser nuqteyeke kontrolê, hêzên artêşa Sûriyê karwanek ji 5 otombîlên leşkerî yên hêzên dagirker ên Amerîkayê de, ligel otombîlên Hêzên Kurd ên Sûriya Demokratîk (QSD) ku Amerîka piştgiriya wan dike, rawestandin.
Li gor jêderên xwecihî, vî karwan dil hebû ku ji gundê Til El-Dehbê derbas bibe û biçe bajarê Qamişloyê li parêzgeha Hesekê (bakurê rojhilatê Sûriyê), lê hêzên Sûriyê karwan neçar kirin ku vegere.
Hefteya borî jî şêniyên gundê El-Metiniyê yê li başûrê rojhilatê bajarê Qamişlo rê li ber derbasbûna karwaneke hêzên terorîst ên Amerîkayê girtin.
Ev demeke dirêj e artêşa Amerîkayê û endamên terorîst ên girêdayî wê bi awayekî neqanûnî li bakur û rojhilatê Sûriyê hene û ji bilî talankirina çavkaniyên nift û dexl û danên vî welatî, li dijî niştecihên Sûriyê û hêzên Sûriyê yên li vê navçeyê tevdigerin.
Karbidestên Sûrî bi berdewamî tekez kirine ku kiryarên Amerîka û hevpeymanên wê li Sûrîyê "dagirkerî" ye û Amerîka piştgirê sereke yê terorîstan li Sûrîyê ye.