Kanûn 16, 2021 17:27 Asia/Tehran
  • Di êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra ya li Helebê de leşkerekî Sûrî hate kuştin

Di encama êrişa terorîstên Cebhet El-Nusra ser çeperên artêşa Sûriyê li parêzgeha Helebê, leşkerekî Sûriyê hat kuştin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya ISNA`yê; Navenda Lihevanînê ya Hemîmîm a girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li Sûriyê ragihand: Di 24 saetên borî de Cebhet El-Nusra 7 êriş li herêma kêmkirina şer pêk anîne, 2 li parêzgeha Idlibê, 2 li parêzgeha Helebê, 2 li parêzgeha Laziqiyê û yek jî li parêzgeha Hemayê.

Li gorî Navenda Hemîmîm: Di encama gullebarana têrorîstên Cebhet El-Nusra de ser çeperên artêşa Sûriyê li bajarokê Fatira li parêzgeha Helebê, leşkerekî sûrî hat kuştin. Her wiha têrorîstan çeperên artêşa Sûriyê li derdora bajarokê El-Melace li parêzgeha Idlibê kirin armanc.

Navçeya kêmkirina rageşiyê li Idlibê ku parêzgeha Idlibê û beşek ji parêzgehên Heleb, Hemayê û Laziqiyê digire ber xwe pêgeha dawî ya terorîstên Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) ye.

Koma têrorîst a Cebhet El-Nusra ku beriya niha li deverên curbicur ên vî welatî şikestinên li pey hev ji artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedana Îslamî xwaribûn, bi piştevaniya Tirkiyê li navçeyên kêmkirina rageşiyê ji xwe re pêgeh ava kirine û kiryarên xwe yên dijminane li dijî Sûriyê didomîne.

Serepeyv