Kanûn 13, 2021 11:32 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên li dijî Tirkiyê li derdora bajarê Helebê yê Sûriyê

Welatiyên Sûriyê duh li taxên bakurê Helebê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û komên girêdayî wê xwepêşandan kirin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), xelkê devera Xerbeh el-Heyah û hin gundên derdora wê roja Yekşemê li dijî hebûna hêzên Tirkiyê xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşanderên Sûrî li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê derketin û êrîşên wan yên hovane li ser welatiyên Sûriyê şermezar kirin.

Xwepêşanderan alayên Sûriyê û herwiha pankartên ku êrîşên li ser welatiyên Sûriyê yên ku her roj pêk tên, şermezar dikin, rakirin.

Xwepêşanderan êrîşa Tirkiyê li ser xaka Sûriyê binpêkirina qanûnên navdewletî bi nav kirin.

Artêşa dagirker a Tirkiyê di çend mehên borî de bi armanca piştevaniya ji terorîstan, çend caran çeper û binesaziya artêşa Sûriyê kirine armanc.

Êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê çendîn caran ji aliyê gel û hikûmeta vî welatî û herwiha ji aliyê civaka navdewletî ve hatiye şermezarkirin.

Serepeyv