Qazaxistan: Civîna bê ya Astanayê 21 û 22`yê Kanûnê tê lidarxistin
Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê Ipek Smadyarov ragihand ku dê civîna navneteweyî ya Astanayê ya der barê Sûriyê de 21 û 22`yê Kanûnê were lidarxistin.
Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Qazakistanê Ipek Smadyarov duh ragihand ku civîna navneteweyî ya Astanayê ya der barê Sûriyê de dê rojên 21 û 22`yê Kanûnê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê were lidarxistin.
Ajansa Tas ji zarê Smadyarov diyar kir ku di vê civînê de dê hemû alî beşarî bikin.
Danûstandinên Astaneyê destpêka 2017`an dest pê kirin. Di Gulana 2017`an de her sê welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser avakirina 4 herêmên bêçek li hev kir, ji wan tenê herêmek (parçeyên ku li parêzgehên Idlib, Heleb, Hema, Lazîqiyê ne) di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de ma. Li gorî raporên çapemeniyê, niha hikumeta Şamê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî hêzên xwe li derdora wê herêmê bi cih dike da ku van deverên dagirkirî ji bin lepên tirkan û çeteyên wan derxîne.