Mijdar 25, 2021 09:04 Asia/Tehran
  • 10 mûşekên Rejîma Siyonîst ji aliyê bergiriya asimanî ya Sûriyê va hatin jinavbirin

Navenda Aştiya Rûsiyê li Sûriyê ragihand: Bergiriya asimanî ya Sûriyê 10 mûşek ji 12 mûşekên ku balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst berbanga çarşemiyê avêtin ser Humsê, şopandin û ji nav birin.

Li gorî rapora IRNAyê, Wadîm Kolît, Alîkarê Navenda Aştiya Rûsiyê li Sûriyê got: 6 balefirên şêrr ên F16 yên Rejîma Siyonîst roja çarşemiyê ji qqada asimanî ya Libnanê 12 mûşek avêtin aliyê parêzgeha Humsa Sûriyê.

Wî got: Bergiriya asimanî ya Sûriyê 10 mûşek ji 12 mûşekên avêtî bi pergalên BUK-M1 û Pantsir-S1 şopandine û ji nav birine.

 

 

Serepeyv