Mijdar 17, 2021 18:54 Asia/Tehran
  • Îlham Ehmed: Me pêşinyara Rûsyayê ya derbarê Kobanî de red kir

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed aşkere kir ku Rûsyayê pêşinyar kiribû 3000 hezar serbazên hikûmeta Sûriyê li herêma Kobanîyê bên bicîhkirin, lê berpirsên Rêveberiya Xweser ew pêşinyar red kirin.

Di semînerekê de li Reqayê Îlham Ehme diyar kiriye,  wan ew pêşinyar red kir “daku ezmûna Derayê li Kobanî dubare nebe.” Îlham Ehmed herwiha red kiriye ku ti navçeyek ji navçeyên Rêveberiya Xweser bo hikûmeta Sûriyê hatibin radestkirin.

Seroka Cîbicîkar a MSDê herwiha diyar kir ku qebûlkirina çareseriya siyasî yan diyaloga ligel hikûmeta Sûriyê qet nayê wateya radestkirina navçeyekê bo hikûmeta Sûriyê.

Îlham Ehmed amaje bi bihêziya Rêveberiya Xweser kir û got, “Rewşa Rêveberiya Xweser di tevahî aliyan de ji berê baştir e, ya herî girîng jî rewşa siyasî ye, ji ber têkiliyên wê yên bi derve re baş û fireh in.”

Seroka Desteya Rêveber a MSDê tekez kir, yekane rêya çareserkirina krîza Sûriyê diyaloga Sûrî-Sûrî ye û divê hemû etnîk û pêkhateyên Sûriyê beşdariyê di vê diyalogê de bikin daku bigihe encamekê ku li gor xwesteka hemû aliyan be.

Serepeyv