Wezîrê Derve yê Îmarat bi Serokê Sûriyê re civiya
Wezîrê Derve yê Îmarat êvara sêşemê li Şamê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), Wezîrê Derve yê Îmarat Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan di hevdîtina ligel Beşar Esed de got ku ev welat dê bikare pirsgirêkên ku ji ber şer û cengê çêbûne, di bin serokatiya Esed û bi hevkariya gelê Sûriyê derbas bike..
Bin Zayid tekîd li ser piştevaniya Îmarat ji hewlên aramkirina Sûriyê kir û got: Tişta ku li Sûriyê qewimî bandor li hemû welatên erebî kir û Îmarat hertim li kêleka gelê Sûriyê ye.
Serokomarê Sûriyê herwiha tekezî li ser xurtkirina peywendiyên biratî û bihêz ên Sûriyê û Îmaratê kir û helwêstên rasteqîne û rast ên vî welatî nirxand.
Di vê hevdîtinê de, peywendiyên dualî, pêşxistina hevkariyên dualî di warên curbicur û berjewendiyên hevpar, zêdekirina hewlên ji bo kifşkirina asoyên nû yên vê hevkariyê bi taybetî di warên girîng de ji bo zêdekirina sermayeguzariyên di van waran de hatin gotûbêjkirin.
Her wiha di van hevdîtinan de rewşa welatên erebî û navçeyê hate nirxandin û li ser berdewamiya şêwirîn û hevahengiyê li ser pirs û kêşeyên ku welatên ereb rûbirûyê wan bûne, ji bo bidestxistina daxwazên gelên herêmê û îradeya wan, dûrî her mudaxileyeke biyanî, li hev kirin.
Serdana Ebdullah Bin Zayid bo Şamê û hevdîtina bi Beşar Esed re ya piştî 10 salan, di medyayê de gelek deng veda.