Hefteya tê Amerîka û Rûsyayê dê derbarê Sûriyê de bicivin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329930-hefteya_tê_amerîka_û_rûsyayê_dê_derbarê_sûriyê_de_bicivin
Biryar e heftiya bê, nûnerên Amerîka û Rûsyayê rewşa Sûriyê di civînekê de li Cenêvê gotûbêj bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2021 18:41 Asia/Tehran
  • Hefteya tê Amerîka û Rûsyayê dê derbarê Sûriyê de bicivin

Biryar e heftiya bê, nûnerên Amerîka û Rûsyayê rewşa Sûriyê di civînekê de li Cenêvê gotûbêj bikin.

Berpirsê Rojhilata Navîn li Encûmena Asayişa Neteweyî ya Amerîka Brett McGurk û Nûnerê Serokê Rûsyayê Sergey Vershinin di civînê de dê çend mijarên girêdayî rewşa Sûriyê gotûbêj bikin.

Li gor hin çavkaniyên dîplomatîk, herdu alî dê di serî de mijara dirêjkirina dema biryara Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê gihandina alîkariyên mirovî de bo nav axa Sûriyê gotûbêj bikin.

Li gor heman çavkaniyan, tê pêşbînîkirin ku handana herdu aliyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê bo diyalogê dê mijareke din a danûstandinên Amerîka û Rûsyayê bibe.