Mijdar 09, 2021 14:50 Asia/Tehran
  • Berevaniya Sûriyê êrişên Rejîma Siyonîst ser Humsê pûç kirin

Çavkaniyên fermî yên Sûriyê duh êvarê ragihand: Bi sîstema berevaniya esmanî ve rê li ber êrîşa mûşekî ya Rejîma Îsraîlê ser Humsê li rojavayê Sûriyê girt.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA) ev nûçe piştrast kir û ragihand ku berevaniya esmanî ya artêşa Sûriyê li esmanê parêzgeha Humsê li hember mûşekên rejîma siyonîst sekinî û piraniya wan ji nav birin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê jî ji zarê çapemeniya dewleta Sûriyê ve ragihand ku Sûrîyê bi sîstema berevanîyê ya esman ve rê li ber êrîşa muşekî ya Îsraîlê girtiye.

Medya dewletê berî wê agahîya dawî dîyar kir ku piştî teqîn li derdora Humis û bajarê beravê Tartusê hatiye bihîstin, sîstema berevanîyê ya esman êrîş rawestandiye. Artêşa Sûrîyê da zanîn ku sîstema berevanîyê piranîya muşekan xistine xwarê.

Li gor daxuyanîya artêşa Sûrîyê, du leşker birîndar bûne û hin zirarên madî jî çêbûne. 

Rejîma Siyonîst ji bo piştevanîkirina ji terorîstan hertim çeperên artêş û binavahiyên Sûriyê dike armanc.

Serepeyv