Mijdar 08, 2021 22:26 Asia/Tehran
  • Karwanekî nû ya çek û alavên leşkerî yên artêşa Amerîkayê derbasî Sûriyê bû

Çavkaniyên medyayî ji derbasbûna karwanekî nû ya çek û alavên leşkerî yên artêşa terorîst a Amerîkayê bo parêzgeha Hesekê ya Sûriyê xeber dan.

Li gorî kanala Telegramê ya “Al-Alam El-Herbî”; Karwanê leşkerî yê Amerîkayê ku ji 30 kamyonên çekên sivik, cebilxane û hawanan pêk tê, îro Duşemê ji deriyê El-Welîd yê neqanûnî yê li ser sînorê Sûriye-Iraqê derbasî parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê bû.

Li gorî vê raporê, beşek ji alavên leşkerî bo binkeya “Til Bidar” li bakurê Hesekê û beşek ji wê jî bo binkeya “El-Şedadî” li başûrê wê parêzgehê hatine veguhestin.

Li gorî çavkaniyên sûrî, dewriyeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Waşîngtonê piştgirîya wan dike, ligel helîkopterên Amerîkî, ev karwan skort kirin.

Hefteya borî jî artêşa Amerîkayê karwanek ji 40 kamyonan ku çek, alavên leşkerî û lojîstîk hildigirtibû ji bakurê Iraqê derbasî Sûriyê kir.

Serepeyv