Li Eyn Îsayê di navbera çeteyên Tirkiyê û HSDê de şer derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329616-li_eyn_Îsayê_di_navbera_çeteyên_tirkiyê_û_hsdê_de_şer_derket
Li navçeya Eyn Îsa ya bakurê Sûriyê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çeteyên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2021 06:28 Asia/Tehran
  • Li Eyn Îsayê di navbera çeteyên Tirkiyê û HSDê de şer derket

Li navçeya Eyn Îsa ya bakurê Sûriyê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çeteyên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn derket.

Li gor çavkaniyên xwecihî, êvara roja Yekşemê, li Eyn Îsayê di navbera hêzên HSD û çeteyên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn derketin.

Li gor heman çavkaniyan şer û pevçûn li ser rêya M4 a navdewletî li bakurê rojhilatê bajarokê Eyn Îsa derketine.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku grûpeke çete ya girêdayî Tirkiyê hinek pêgehên hêzên Sûriya Demokratîk kirine armanc û hêzên HSDê bersiv dane û şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketiye.

Heta niha di derbarê encamên şer û pevçûnan de tu zanyarî nehatine belav kirin.

Eyn Îsa ku bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê riya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Kurdistana Sûriyê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.