Cotmeh 25, 2021 09:24 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilatê Sûriyê16 kesên din bi Koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 16 nexweşên bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniyekê de got, kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane; mêrek li Heseke, jin û mêrek li Qamişlo, mêrek ji Dêrikê, du mêr ji Kobanê, 3 mêr û jinek ji Reqayê, mêr û jinek ji Tebqa, mêrek ji Mibicê û du mêr û jinek ji Şehbayê ne.

Ciwan Mistefa diyar kir ku îro 317 kesên din bi Covid-19 ketine; 183 mêr û 134 jin in. Herwiha Ciwan Mistefa got, rewşa 10 pêkheteya baş bûye.

Bi van daneyên dawî, hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dighêje 33 hezar û 960, hejmara miriyan hezar 225 û hejmara kesên ku rewşa wan baş bûye gihaşt 2 hezar û 380î.

Serepeyv