Cotmeh 24, 2021 10:50 Asia/Tehran
  • HSD: Di bordûmana Kobanî de 3 şervanên me canê xwe ji dest dan

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, di bordûmana Kobanê de 3 şervanên wan canê xwe ji dest dan.

Malpera HSDê belav kir, balafirên bêpîlot ên Tirkiyê otomobîleke leşkerî ya HSDê li Kobanê bombebaran kir, di encamê de 3 şervanên wan canê xwe ji dest dan.

Ji aliyê din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di êrîşê de 3 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Berî sê rojan jî balafirên bêpîlot ên Tirkiyê otombîleke berpirsekî Rêveberiya Xweser li Kobanê bombebaran kiribû û di encamê de 5 kes hatibûn kuştin.

Ev êrîş di demekê de ne, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gefa êrîşkirina li ser bajarokê Til Rifetê û Eyn Îsayê dixwin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Rûsyayê çira kesk ji Tirkiyê re vêxistiye ku heta roja 25ê Cotmehê, serkirdeyên HSDê li seranserî sînorê Sûriye û Tirkiyê armanc bikin.

Serepeyv