Çeteyên girêdayî bi Tirkiyê li Efrînê bi hev ketin
Cotmeh 04, 2021 18:57 Asia/Tehran
Çavkaniyên sûrî qala pevçûna navbera çeteyên girêdayî bi Tirkiyê li Efrînê kir.
Li gorî rapora SANA Newsê, Pevçûnên îro (Duşemî) navbera çeteyên girêdayî bi dagirkerên Tirkiyê li Herêma Efrînê li dorhêla bakurê parêzgeha Helebê ji ber nakokiyên navxweyî yên terorîstan li ser sînorên navçeyên bin kontrola wan qewimî û hejmarek ji wan birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecihî ragihand ku ev pevçûna tund bi çekên giran navbera koma terorîst a bi navê Polîsê Leşkerî û koma terorîst a bi navê Odeya Fermandetiya Efrînê qewimiye.
Çavkaniyên xwecihî ragihand ku rê li ber veguhestina birîndaran bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatiye girtin.