Tirkiye û Sûriyê di pêwendiyên xwe de dest bi qonaxeka nû dikin
Tê gotin ku berpirsên îstixbaratê yên Tirkiye û Sûriyê dê li Iraqê hevdu bibînin û di navbera her du welatan de “qonaxeka nû” dest pê bike.
Rojnama tirkî ya Turkiye, ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ye, ragihandiye, berpirsê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan û berpirsê asayişa niştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk dê li Bexdayê hevdu bibînin.
Wê rojnama tirkî behsa dema wê hevdîtinê nekiriye, lê ji zarê berpirsê berê yê îstixbarata artêşa Tirkiyê, Îsmaîl Hakki Pekîn gotiye, rojeva serekî ya wê hevdîtinê PKK/YPG û mesela penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ne.
Wî efserê îstixbaratê her wiha daye zanîn, bi wê hevdîtinê re dê qonaxeka nû di pêwendiyên Sûriye û Tirkiyê de dest pê bike.
Pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê ji sala 2011 de û piştî ku şerê navxwe li Sûriyê derket, qut bûye.
Berpirsên îstixbarata Tirkiye û Sûriyê par zivistanê li Rûsyayê jî civiyabûn.