Hevdîtina rayedarên ewlehiyê yên Sûriye û Tirkiyê li Bexdayê hat derewandin
Îlon 05, 2021 18:01 Asia/Tehran
Çavkaniyeke sûrî nûçeya hevdîtina rayedarên ewlehiyê yên Sûriye û Tirkiyê li Bexdayê di demeke nêzik da derew zanî.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Çavkaniyeke sûrî di gotûbêja digel El-Meyadînê nûçeya weşandî li medyayên Tirkiyê derbarê hevdîtina plankirî ya Hakan Fîdan serokê MIT'a Tirkiyê û serleşker Elî Memlûk serokê Istixbarat Sûriyê li Bexdayê tam derew zanî.
Hin medyayên Tirkiyê beriya niha îdia kiribû ku Bexda dê bi zûtirkê mazûvana servîsên istixbaratî yên Tirkiye û Sûriyê be.