Di roja duşemê 19 Tîrmehê de 12 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketin
Tîrmeh 20, 2021 10:29 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku roja duşemê 12 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku di 24 saetên dawiyê yên roja 19 Tîrmehê de 12 kesên din ( 4 mêr û 8 jin ) bi vîrusa koronayê ketin.
Kesên bi koronayê ketin li van herêman in: Hesekê 4 kes, Qamişlo 5 kes, Dêrik kesek û Koban jî kesek bû.
Mistefa got, rewşa 3 kesan baş bûye.
Bi van daneyên dawî hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 18 hezar û 594, hejmara miriyan bû 764 û hejmara kesên baş bûne, bû hezar û 888.