Tîrmeh 19, 2021 21:21 Asia/Tehran
  • Hêzên taybet ên HSD’ê 2 terorsên DAIŞ’ê girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêrazorê û Hesekê di operasyonan de 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku yekîneyên taybet ên HSD’ê li herêma El-Sawî ya başûrê kampa Holê li gundewarê rojhilatê Hesekê, her wiha li herêma El-Hiwêce ya li gundewarê bajarokê Siwer ê bakurê Dêrazorê, du operasyonên cuda li dar xistine.

Li gorî vê navendê, di operasyona yekemîn de berpirsê grûpekî ku malbatên endam û serçeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê derbasî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê û çeteyên wê de dikir, hatiye girtin. Çeteyê hatiye girtin bi serçeteyên DAIŞ’ê re di peywendiyê de bû û çek û belgeyên pê re hatin desteserkirin.

Navendê têkildarî operasyona duyemîn jî diyar kir ku di encamê de endamekî şaneyên DAIŞ’ê ku beşdarî êriş û bûyerên hedefgirtinê yên li dijî bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye, her wiha beşdarî planên kuştinê, propagnadeya DAIŞ’ê û kuştina şêniyan bûye, hatiye girtin. Yekîneyên taybet ên HSD’ê çek û cilên leşkerî yên pê re ku di êrişan de bi kar dianîn, desteser kirin.

Serepeyv