Misir: Bidawîbûna destwerdana biyanî ji bo aştiya Sûriyê şertê sereke ye
Di civîna wezîrên Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo Dijî DAIŞê de, Wezîrê Derve yê Misirê daxwaz kir ku wek mercek ji bo aştiyek mayînde li Sûriyê, destwerdana biyanî li vî welatî were bidawîkirin.
Li gorî Rusya Al-Yawm, Samih Şukrî roja Duşemê di civînek wezîran ya Hevpeymana Navneteweyî ya qaşo Dijî DIAŞê de li Romayê got, "Heya ku yekîtî li Sûrîyê serdest nebe û bêewlehî li vî welatî berdewam bibe, çaresernekirina kirîza penaberên Sûrî dê berdewam bike" .
Wezîrê Derve yê Misirê bi vegotina berûlayên cûrbecûr ên krîza Sûriyê û serdestiya komên cûrbicûr ên têrorîst li hin deverên vî welatî, qala rola hin hêzên herêmî di dagirkirina hin deverên Sûriyê de kir û piştgirî ji îdiaya parastina hevalbendan an şerê terorîzmê kir.
Wezîr û nûnerên 20 welatên endamên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê û nûnerên Yekitiya Ewropa û Komkara Erebî di dawiya rûniştina xwe ya li Romaya Îtalyayê de bi weşandina beynnameyekê piştgiriya xwe ji gotinên nûnerê NY li Sûriyê Gir Padersen derbarê cihanîna tam a biryarnama 2254 ya Konseya Ewlekariya Navneteweyî de bi taybet derbarê damezrandina agirbesa lezgîn li seranserê Sûriyê û şandina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê ,ragihandin.