Ji ber alozî û pevçûnan li Minbicê 8 kesên sivîl hatine kuştin
Li bajarê Minbic a bakurê Sûriyê û gundewarên wê piştî xwepêşandana pêr a xelkê li dijî HSD ku Amerîka jê piştgiriyê dike ev xwepêşandan duh berdewam kir dema ku xwepêşanderan ber bi navenda asayişê meşiyan ber wan gule hate reşandin ku heya niha 8 kes kuştin.
Piştî derketina alozî û xwepêşandanan li dijî birina gencan ji bo leşkeriyê, Rêveberiya bajarê Minbicê û gundewarên wê ku li destê HSDê ye, qedexeya hatûçûnê ji bo 48 saetan ragihand.
Di xwepêşandan û aloziyên roja duşemê yên Minbicê de kesek hate kuştin û çend kes jî birîndar bûn, lewma xelkê bajêr duh jî xwepêşandana xwe berdewam kirin û ber bi navenda Asyêşê çûn û hêzên Asyêşê ber bi wan gulle reşandin ku di encamê de 7 kesên din hatin kuştin û çendîn kes jî birîndar bûn. Rêveberiya wî bajarî ji yekê şeva borî ve 48 saetan qedexeya hatûçûnê ragihandibû.
Ev demek e li Minbicê hewlek ji bo birina gencan ji bo leşkeriyê destpê kiriye û eva bûye sedema nerazîbûn xelkê deverê loma wan li dijî vê yekê xwepêşandan dane despêkirin û dixwazin ku HSDê ji vî bajarê derkeve.
Li gor zanyariyên berdest niha danûstandin di navbera serokeşîrên wî bajarî, Rêveberiya Minbicê ya di destê HSDê û hêzên emnî de têne kirin.