Beşar Esed: Helbijartina min tê wateya penase kirina niştimanperweriyê
Serokomarê Sûriyê ji ber serkeftina xwe ya di helbijartinên serokatiya Sûriyê, ev serkeftin wek pênase kirina niştimanperweriyê da zanîn.
Roja 26.05.2021ê helbijartinên serokomariyê ya Sûriyê li bajarên wî welatî û li bajarên Qamişlo û Hesekê yên bakurê rojhilatê Sûriyê birêve çû.
Di helbijartinan de herdu namzedên din ên Sûriyê Ebdula Ebdula û Mehmûd Meriî rikberiya serokê rejîmê Beşar Esed kirin. Hat ragihandin ku Beşar Esed zêdetir ji sedî 95ê dengan bidest xistin û ji bo 7 salên din bû serokomarê Sûriyê.
Beşar Esed di yekem gotara xwe ya piştî serkeftina helbijartinê de got: ‘’Dubare helbijartina min, pênaseya niştimanperweriyê ye.’’
Serokomar Sûriyê ku li gor destûrê 7 salên din jî serokomariya Sûriyê dê bike, alî û milîsên dijberên xwe wek ‘’Çêlek’’ pênase kir û ragehand: ‘’Cudayiya me şoreşgeriye li gel çêlekekî giya dixwa.’’