Beşdariya bicoş a gelê Sûriyê di Hilbijartina serokomartiyê da
Çavkaniyên medyayî qala beşdariya bicoş a gelê Sûriyê di Hilbijartina serokomartiyê da dikin.
Li gorî rapora Televîziyona Meyadînê, asta beşdariya gelê Şamêî di Hilbijartina serokomartiyê yê Sûriyê da ku îro tê lidarxistin, bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Hejmara sindoqên dengdanê li parêzgeha Hesekeya Sûriyê ji ber zêdebûna hejmara dengdêrran di Hilbijartina serokomartiyê da zêde bû.
Bişar Esed serokomarê niha û berendamê Hilbijartina serokomartiyê hevrê digel hevjîn axwe dengê xwe li bajaroka Dûmayê li Rîfa Şamê avête sindoqê.
Ehmed Seyid wezîrê dadweriyê yê Sûriyê ragihand: Sindoqên dengan li parêzgeha Dêrazorê tamn tijî bûn, ji ber vê yekê sindoqên nû bo vê parêzegehê hatin şandin.
Hilbijartina serokomartiyê li Sûriyê îro ji saet heftê beyanî li gorî ddema xwecihî va li tevahiya parêzgehên vî welatî dest pê bû.
Li gorî rapora SANA Newsê, Bi destpêbûna Hilbijartina serokomartiyê ya Sûriyê, hejdeh miliyon kes li nav û derveyî vî welatî dê biçin navendên dengdanê û serokomarê xwe yê pêşerojê bibijêrin.
Ev duyemîn Hilbijartina serokomartiyê ya Sûriyê piştî guhertina qanûna bingehîn a vî welatî di sala 2014an da ye.
Di Hilbijartina serokomartiyê ya Sûriyê da Bişar Esed, Mehmûd Mer'î û Ebdullah Selûm Ebdullah jibo bidestxistina kursiya 7salî ya serokomartiya vî welatî dikevin rikeberiyê.